Müslüm Etgü
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Ji ber kelekel û germa havînê termometreyên li Şanliurfayê 48 pile nîşan dan.
Li bajarê ku termometreyan 48 pile nîşan dan, welatiyên ku dixwestin xwe ji germê biparêzin, hewl dan li park û deverên kesk yên li derdora Gola Masiyan hênik bibin.
Hin welatî hewl didan xwe ji tavê dûr bigirin. Li herêma bazara dîrokî perwane hatin pêxistin.
Ji ber germahiya bilind li hinek kolan û meydanên bajêr atmosfereke bêdeng serdest bû.