22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ANKARA
"Êdî piştevaniya wan xwînxwarên ku bi tankan êrîş dibin ser miletê xwe, ji asman û bejayê va miletê xwe bombebaran dikin nekin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim serokatiya Daîreya Herekata Taybet a ku di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bi balafirên şer êrîş biribûn ser ziyaret kir û sersaxî da wan.
Serokwezîr Yildirim li Serokatiyê lêkolîn kirin û piştî lêkolînê daxuyanî da rojnamegeran. Yildirim wiha dewam kir:
"Îro îniye. Hefteya borî roja îniyê xayinan ji bo êrîşê yekîtiya Komara Tirkiyeyê bikin, ji bo êrîşê demokrasiya bikin amadehî dikirin. Li vê derê 43 egîdên me şehîd kirin. Herwiha me demek berê çalek dît. Li wê derê helîkopterek bû enqaz, wesayiteke tankêrê şewitî. Li wê derê jî 7 birayên me yên egît şehîd bûn. Li vê derê bi tevahî 50 eskerên me yên egît şehîd ketin. Îro bi saya qehremaniya wan ev derbe hat berterefkirin."
Serokwezîr Yildirim: "Di van rojan da vê rêxistina terorê ji ber kirinên xwe ku bi ser neket niha di piyaseyê da kurtepistê dikin û dibêjin 'Şekir di bazara reş da ye, benzîn tê da ye...' Ev tiştên ne li gor aqil in. Li memleket kêmasiya tu tiştekî tuneye. Her tişt ji hewcedariyê jî zêdetir heye. Ez ji wan kesên ku dixwazin di ava şêlû da masiyan bigirin ra li vê derê dibêjim bila qet û qet tiştekî wisa hewes nekin. Ev jî xeletiyeke din e. Der barê wan da çi hewce bike wê bê kirin. Ji wan bêeslên ku dixwazin vê rewşê ji bo xwe bikin mîrate ra jî wê firsend neyê dayîn."
- "Bala xwe bidin wê dîmenê"
Yildirim wiha dewam kir: "Ka bala xwe bidine vê dîmenê, gelî miletê min ka li vê dîmenê binêrin. Ev der ne Sûriye ye, ne Filîstîn e, ev der Enqereya dilê Tirkiyeyê ye. Bi bombe, fuze, balafirên ku bi perê vê miletê hatin sitandin kirin vî halê. Herwiha êrîşê polêsên vî welatê yên ji bo ewlehiya vî welat û miletê têdikoşin kirin. Ez dixwazim van agahiyan bi welatiyên xwe ra parve bikim."
Yildirim got ku hê jî hin talûke hene û wiha dewam kir: "Bila welatiyên me nekevin nav gumanan. Hizûr û ewlekariya welatiyên me hat bicîhanîn, lê belê dibe ku hin kesên bi hestên tolhildanê tevbigerin."
-Em ê ji bîr nekin
YIldirim got ku rehma Xwedê li şehîdan be, Xwedê şîfa xêrê ji gaziyan ra bişîne, meqamên divê em spasiya wan bikin gelek in û destnîşan kir ku daraz jî di vê pêvajoyê de xweş xebitî.
Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku piştî hewldana derbeyê ya FETOyê daraz jî gelek xweş xebitî û got: "Tirkiyeya dewleta hiqûqê bi heyfhildanê va tevnagere û kirinên ew dikin nake. Di şûna tolê da wê bi edalet tevbigere lê hesabê dilopek xwîna ku hat rijandin jî wê bê pirsîn û bê ceza nemîne. Kesên ku ev yeka kirine wê yek bi yek derbikevin mehkemeyê û cezayê herî giran ê ku heq kirine wê hildin."