22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got, "Bi teqez emê cendirmeyê bi temamî bi Wezareta Karên Navxweyî va girêbidin."
Ala beşdarî weşana NTVê bû der barê rojevê de axivî û bersiva pirsan da.
Wezîr Ala destnîşan kir ku wê şevê ji Erzeromê hat Enqereyê û dema li Balafirgeha Esenbogayê bû xebera hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) bihîstiye û wiha got, "Parêzvanê min got, 'Ezbenî derbe çêdibe' min got 'derbeya çi?' hê peyva min ne qediya bû Misteşarê me yê MÎTê telefona min kir û got, 'Birêz Wezîrê min, derbe çêdibe me bombebaran dikin.' Hingê albayê yaverê min î cendirmeyê jî li ba min bû. Demildest min telefona Serokomar û Serokwezîrê me kir. Lê telefona wan dernediket. Herhal wê demê balafira Cenabê Serokomar bi firê ketibû. Serokwezîr jî herhal li cihekî bû ku telefon nedikêşa. Berî me hevalên me ferman dabûn ku bila li hemî wîlayetan emniyet, bi mebesta micadeleyekê ciddî li saheyê bê. Me jî teyîden heman tişt ragihand û me got ewên ku ev teşebus kirine bila hemî bên binçavkirin."
Ala di berdewamiya axaftina xwe da got, "Emê tiştekî wiha bikin ku careke din li Tirkiyeyê ne hewla derbeyê bê kirin ne jî behsa wê. Emê tedbîrên bi hêz bistînin. Yek ji wan tedbîran jî ew e, bi teqez emê cendirmeyê bi temamî bi Wezareta Karên Navxweyî va girêbidin."
Ala bibîr anî ku dema mijara girêdana beşeke cendirmeyê bi Wezaretê biriye Meclisê, tund li hember wî sekinîne û wiha got, "Emê Cendirmeyê bi temamî bi Wezareta Karên Navxweyî va girêbidin. Wek perwerdeya wan, tayînkirina wan, ji karavêtina wan... Midûriya Giştî ya Emniyetê çawa be wê cendirme jî wiha be."