14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Li Iraqê bertekên nîşanî îdiayên ku wê Heşdî Şabî ya hêza milîsên şiî û PKKya rêxistina terorê di bin baskê wê da tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin tên dayîn, didome.
Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiya Meclisa Iraqê û parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şahevan Evdila di daxuyaniya xwe ya ku ji ser malpera fermî ya partiyê hat weşandin da ragihand ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê da Artêşa Iraqê, Pêşmerge, hêzên eşîrên li herêmê, hêzên polêsên federal û di bin banê Heşdî Şabî da jî hin komên din wê cih bigirin.
Niha di halêhazir da li Mûsilê di bin banê Heşdî Şabiyê da bi tenê koma Yekîtiya Parastina Şengalê ya ku ji êzdiyan pêk tê û di bin tesîra PKKê da ye heye. Ev hêz niha li navçeya Şengala ku li rojavayê navendê dikeve, hêwiriye. Tê îdiakirin ku li ser telîmata Heşdî Şabiyê îhtimal e ku ev hêz jî tevlî operasyonê bibe.
- "Armanca Malikî ji suniyan heyfhildan e"
Berdevkê Eşîrên Mûsilê Mezahim Ehmed el-Huweys der heqê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ne mimkun e Heşdî Şabî û Yekîtiya Parastina Şengalê di operasyonê da cih bigirin.
Huweys got ev îhtimala ku qalê dikin heke biqewime ewê li dijî wê derkevin û wiha axivî: "Di kîjan şertî da dibe bira bibe em naxwazin ku Heşdî Şabî û PKK tevlî operasyona xilaskirina Mûsilê bibin. Li gor me herdu rêxistin jî rêxistinên terorê ne."
Huweys diyar kir ku "di pişt sedema ku israr dikin Heşdû Şabî û PKK tevlî operasyonê bibin da Serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malîkî heye" û got, "Armanca Malîkî xilaskirina Mûsilê nîne, armanca wî ew e ku ji suniyan heyfê bistîne. Ji bo vê herdu rêxistinan jî dajo pêşiyê."
- PKK bi rûyê Heşdî Şabiyê tevlî operasyonê bibe
Parlementerê êzdî yê meclisa Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Şêx Şamo jî got PKKya rêxistina terorê ya ku DEAŞê dixe mene û hewl dide ku li Şengalê bi cî be îhtimaleke mezin ewê bi rûyê Heşdî Şabiyê tevlî operasyonê bibe.
Şamo wiha axivî: "Dibe ku PKK di operasyona ku bibin ser navenda Mûsilê da xanê neke lê belê ji ber ku Telafer nêzîkî Şengalê ye dibe ku rêxistin bi milîsên şiî ra tevlî herekatê bibe."
Wek mayîn Esil Nuceyfiyê Waliyê Mûsilê yê berê û fermandarê Dergevanên Nînovayê destnîşan kir ku xelkê bajêr wê nehêlin hêzên milîsên şiî û milîtanên PKKyê bikevin herêma wan.
Nuceyfî diyar kir ku ji hikûmeta navendî ya Iraqê qewl hildane ku herdu hêz tevlî operasyonê nebin.
Qeys Xezaliyê rêberê Rêxistina Ehlê Heq a Asayibê ku di bin banê Heşdî Şabiyê da ne li Hîlleya Babilê di çalakiya eşûreyê da xeberda û wiha got: "Di operasyona rizgarkirina Mûsilê da em ê heyfa qetlîama Kerbelayê hildin."
Ewatif Nîmayê parlemneterê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Meclisa Iraqê roja sêşemê di daxuyaniya çapemeniyê da wiha xeberda: "Endamên rêxistinê (PKK) li Hewlêr û Dihokê girtî ne. Lê divê hikûmeta navendî ya Iraqê bi fermî destûrê bide ku PKK li Bexda û bajarên din ofîsan veke. PKK ji bo ewlehiya Iraqê talûke nîne."