Türkan Tosun
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
DENÎZLÎ
Pamukkaleya ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê de cih digre û wekî "bihuşta spî" tê binavkirin havînê jî dibe ziyaretgeha turîstên herêmî û biyanî.
Pamukkale bi travertenên xwe yên xweşik, germavên xwe û bajarên qedîm ên li der û dora xwe va mazuvaniya turîstan dike.
Turîst guh nadin hewaya germ û ji çar aliyê dinyayê tên Pamukkaleyê.
Turîstên ku dikevin germavan paşê li ser travertenan xwe didin ber tavê û wêneyên xwe dikşînin. Jê hinek jî heriyê li bedena xwe didin û ber tavê xwe dirêj dikin.
Zarok jî bi mezinan ra dema xwe xweş derbas dikin û dikevin avê.
Turîsta bi navê Aîshî Chun ya ku ji Çînê ye got ew cara ewil e hatiye Pamukkaleyê û travertenên spî nuwaze ne.
Serokê Komeleya Otelvanan ên Turîstîk ên Denîzliyê Murat Şen jî got ji her aliyê dinyayê turîst tên bihuşta spî.
Şen got turîst Pamukkaleyê pir hez dikin û wiha axivî: "Germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye, lê turîstên herêmî û biyanî guh nadin germê tên Pamukkaleyê. Di 4 demsalan de jî turîst tên Pamukkaleyê."