Sevim Hatun
25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, civîna serokan a li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin wiha nirxand "li cihê demokrasî heye lihevkirin girîng e."
Kiliçdaroglu piştî civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi serokên partiyan ra kir hat navenda giştî ya partiyê û li vir hin hevdîtin kirin.
Kiliçdarogluyê ku piştî civînê mulakat da kanalek televîzyonek biyanî, pirsên rojnamegeran bersivand û li ser bibîrxistina daxuyaniya ku Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin da got, "li cihê demokrasî heye lihevkirin girîng e."
Ji aliyê din va hat diyarkirin ku Kiliçdaroglu di çarçoveya hevdîtinê da menîfestoya ku ji 10 madeyan pêk tê ya di mitînga duh li Taksîmê hat xwendin bi nivîskî pêşkêşî Serokomar kir.
Hat îfadekirin ku Kiliçdaroglu hin fikr û ramanên xwe yên derbarê rê û rêbazên dibê mirov piştî derbeyê bişopîne pêşkêş kir.