25 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, di civîna çapemeniyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê li dar xist da der barê rojevê da axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Kalin got, "Hewlên paknîşandana terora PKKê û hemî cûreyê terorê her bi çi hincetî be, em red dikin û hemî çalakiyên di vê mijarê da şermezar dikin."
- "Di operasyonên dijî DAEŞê da 954 kes hatin girtin"
Berdevkê Serkomariyê Kalin derbarê şervanên terorîst yê dervesînorkirî wiha axivî: "Di çarçoveya şervanên terorîst yên biyanî da, bi taybet ji endamên DAEŞê, heta îro zêdetirî 3 hezar û 300 kesên bi tabîyet biyanî hatine dervesînorkirin. Herwiha qedexeya hatina Tirkiyeyê ji bo 41 hezar kesî hatiye dayîn. Evna ewên ku têkiliyan wan bi DAEŞê va hene. Herwiha nêzîka 9 hezar û 500 biyanî hatine teftîşkirin û zêdetirê 2 hezarî ji wan, îzna hatina nav Tirkiyeyê nedane wan. Dîsan di çarçoveya operasyonên dijî DAEŞê da, hezar û 232 ji wan bi tabîyet biyanî, bi giştî 2 hezar û 770 kes hatin binçavkirin û 954 ji wan jî bi biryara dadgehê hatine girtin."
- "Piştevaniya narastewxo ji propogandaya terorê ra"
Berdevk Kalin der barê hevpeyvîna Cemîl Bayikê serkirdeyê PKKê digel BBCyê got, "Xebatên bi vî cureyî yên ku rêxistina terorê pak nîşan didin, tu eleqeya xwe bi rojnamegeriyê ra tuneye. Ev ji xeynî piştgiriyeke ne rasterast a propagandaya terorê pê ve tiştekî din nîne. Tiştekî bi heman rengî, êrîşa terorê ya li Îngîltereyê ya di 2007an da bînin bîra xwe, heger ajanseke nûçeyan a ku bi bacên welatiyên welatekî din tê fînansekirin, biçûya û bi mensûbên rêxistina terorê El Qaîdeyê yên ku êrîşa metroyê pêk anîn ra hevpeyvîn bikira û hewl bida ku wî serkêşê rêxistina terorê wekî aktorekî meşrû û maqûl bida nîşandan, gelo berteka van welatan û ya van ajansan dê çawa bibûya? Em li vir, bi rewşeke ku pir dişibe hevdu ra rûbirû ne. Diçin li wir û vir bi vî lîderî, bi wî berdevkê PKKyê ra hevdîtinan dikin û paşê jî hewl didin ku vegotinên rêxistina PKKyê mîna ku talebên rewa û meşrû ne nîşan didin. Ev jî ji xeynî piştgiriyeke ne rasterast a propagandaya terorê pê ve tiştekî din nîne."
- "Tê plankirin ku di demeke nêz da digel Îsraîlê têkiliyên nû bên danîn"
Kalin destnîşan kir ku di warê mizakereyên digel Îsraîlê da gihiştine ber bi qonaxa dawî ve û got, "Di mizakereyên ku bi Îsraîlê ra dewam dikin da ber bi asta dawî hat. Di çarçoveya şert û mercên ku Tirkiyê xwestin da mizakere tên kirin. Êdî em tên asta dawîn a vê yekê. Tê plankirin ku di demeke nêz da temaseke nû çêbibe. Weke ku hûn dizanin piştî ku ji bo ablûkayê di du xalên dawîn da mitabaqat hat çêkirin, peymanê were mohrkirin û ji bo normalbûna têkiliyan pêvajoyê dest pê bike."