Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di çarçoveya Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da axivîn
Erdogan û Macron berî Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ku wê li Qesra Vahdettînê bê kirin, hatin bal hev.
Di têketina Qesra Vahdettînê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu hat pêşiya Macron.
Erdogan û Macron berî hevdîtinê di paceya Qesra Vahdettîn da li Geliyê Stenbolê mêze kirin û demek sohbet kirin.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin bi qasî nîv saetî dewam kir.