Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di çarçoveya Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da axivîn.
Erdogan û Pûtîn berî Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ku wê li Qesra Vahdettînê bê kirin, hatin bal hev.
Di têketina Qesra Vahdettînê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu hat pêşiya Putîn.
Di hevdîtina Erdogan û Putîn da ji alî Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ji alî Rûsyayê jî Wezîrê Parastina Neteweyî Sergey Şoygu, Wezîrê Karên Derva Sergey Lavrov û Şêwirmendê Serokê Dewleta Rûsyayê Yurî Ushakov jî cih girtin.
Erdogan û Putîn berî hevdîtinê di paceya Qesra Vahdettîn da li Geliyê Stenbolê mêze kirin û demek sohbet kirin.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin bi qasî 45 deqîqeyan dewam kir.