Nihat Kavşut
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu ji bo bangên îstifayê wiha got: "Biryarên partiyê di destê endamên partiyê da ne."
Kiliçdaroglu: "Ji kîjan partiyê dibe bila bibe ez ji dil siyasiya hemû welatiyan dikim ku ray avêtin û xwedî li demokrasiyê derketin."
Kiliçdaroglu: "Em ê îtibara parlamentoyê biparêzin. Em baş dizanin ku rayeya ku gel daye me tê çi wateyê û em baş dizanin ku em ê vê rayeyê çawa biemilînin. Me qismeke dîwar hilweşand û em ê bi biryardarî qismê mayî jî hilweşînin. Di vê hilbijartinê da tenê AK Partiyê wenda kiriye. Lewra 7 pûan kêm kiriye. Di vê hilbijartinê da tenê demokrasî bi ser ket."
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu: "Ciyê kesên ku sewdaya meqamê bi wan ra heye di partiya me da tuneye."