Önder Beyter
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ADANA
Di doza hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) ya li Şirnexê da cezayê hebsa muebeta girankirî dan 19 eskerên berê ku di navê da Serokê Sazkar ê serdemê yê Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23yemîn Serheng Arif Bozbiyik ku ji pîşeyê hat îxrackirin jî heye.
Di danîşîna Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ya 12emîn da 26 berşik ku 21 jê girtî, 5 jê jî ne girtî ne, ligel parêzerên xwe amade bûn.
Piştî kutabûna parastinan, serokê dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji ber sûcê "bi cebr û şidetê hewldana jinavbirina pergala destûrê" cezayê hebsa muebeta girankirî da Serokê Sazkar ê serdemê yê Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a 23yemîn Serheng Arif Bozbiyik, Yarbayê berê Îbrahîm Yazici, eskerên berê ku rutbeyên wan jî cur be cur bûn Sedat Doganarslan, Hasan Bilgin, Aykut Kara, Murat Yildirim, Îsmail Aktaş, Emre Şengul, Ekrem Alyuz, Huseyin Îşlek, Fatih Bekteş, Kadir Acar, Kerem Salkal, Levent Apaydin, Ahmet Terzi, Fatih Poyraz, Cezmi Deniz, Onur Koç û berşikê ne girtî Hasan Dazkir.
Heyeta dadgehê ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" jî 10 sal 6 meh cezayê hebsê da serhengê sazkar ê berê Cevdet Polat û ji bo ustexmenê berê Musa Kose û astsûbayên berê Îsmaîl Zeybel û Şahîn Bozdere jî ji her yekî ra 9 sal cezayê hebsê birî.
Di vê navberê da ji bo 404 berşikên ku hinek ji wan niha jî li ser peywirê ne, biryara beraetê hat dayîn.