05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
HAKKARÎ
Li Hekkariyê li kêleka rê dafika teqemeniyê ya ku terorîstan danîbû, hêzên ewlehiyê îmha kir.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, ji bo deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorî xebatê didomin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di têketina gundê Bogaza navçeya Şemdînliyê da hat tesbîtkirin ku li kêleka rê teqemenî heye. Teqemenî bi tûpeke piçûk va bi destan hatiye çêkirin û di qefa kevir da hatiye bicihkirin.Teqemenî hatiye teqandin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser mijarê tehqîqata edlî dest pê kiriye.