Di navbera malbata Yilmazê samsûnî û malbata Ayaza colemêrgî de xilametî çêbû û keç û xortê her du malbatan zewicîn. Malbata Yilmaz di dewatê de cil û bergên kurdî li xwe kirin, şemamê leyîstin û li ber stranên kurdî govend gerandin. Colemêrgî jî lîstika horonê ji gelê Behra Reş hîn bûn û leyîstin.
Xizmê zavê Mecît Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev dewat dewateke pir xweş e û wan di dewatê de horon leyîst û govend gerand.
Kiliç got ku dema ew ji Samsûnê hatin Hekariyê pir bi fikar bûn û wiha pê de çû: "Ji me re gotin 'hûn ê herin Hekariyê, hûn ê çawa herin wir? Li wê derê tiştekê were serê we, wê li ser rê û dirban we bidin sekinandin.' Lê dema hatinê em rastî tu tiştekî nehatin. Gelê vir em kirin mêvan û mazûvaniyeke baş ji me re kirin. Di nav gel de biratî heye. Li Samsûnê colemêrgî hene, diyarbekirî hene. Di navbera me de tu pirsgirêk tuneye. Li vê derê jî gelên bajarên din hene. Li gor min di navbera gelan de tu pirsgirêk tuneye. Dibe ku di navbera siyasetmedaran de pirsgirêk hebin, ew jî me eleqedar nake. Em dixwazin ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî biqede."