08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
ANKARA
Di cejnê da dê ceyranê bidin Cerablusa ku di çarçoveya Hemleya Mertalê Feratê da ji rêxistinên terorê hat paqijkirin.
Piştî ku Cerablus ji terorê rizgar bû, di serî da mijara ceyranê xebatên xizmetguzariya gel xurt bûn. Di vê çarçoveyê da şirketa dana ceyranê ya eleqedar dest bi xebatê kir ku ceyranê bide Cerablusê.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji berpirsiyarên şirketê wergirt, dê ji Karkamişa Gazîentabê ceyranê bidin Cerablusê û ji bo vê jî di binê erdê da xeteke qandî 3 kîlomêtroyî tê vekirin.
Di çarçoveya vê projeyê da Cerablusa ku ji mensûbên rêxistina terorê DAEŞê hat rizgarkirin dê di cejnê da bigihêje ceyranê.
Ceyrana 31,5 kîlovatî wê ji Navenda Belavkirinê ya Karkamişê bê hildan û wê heta asta 20 kîlovatê bê daxistin. Paşê ew ê li bin erdê bi qabloyan ve li Cerablusê bê belavkirin.
- Tirkiye piştî 4 salan wê cardin ceyranê bide Sûriyeyê
Tirkiye bi vê ceyran dayînê ve piştî 4 salan wê cardin ceyranê bide Sûriyeyê.
Heta cotmeha sala 2012an Tirkiyeyê 15 mehan bi destê sektora taybet 2,3 milyar kîlovatsaet ceyran şandibû Sûriyeyê û di cotmeha 2012an de dabû sekinandin.