Abdullah Tel
08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
ANKARA
Di Rojnameya Fermî da biryara der barê sepana saeta havînê da ji bo ku ji roniya rojê zêdetir bê îstifadekirin, hat weşandin.
Bi biryara hat weşandin va sepana saeta zivistanê ji holê rabû û sepandina saeta havînê wê her tim dewam bike û êdî saetên pêş û paş ve neyên hildan.
Guherîna xala 2yemîn a Qanûna Der Barê Rojê Teqsîmî 24 saetan dike bi Biryara Lijneya Wezîran û nivîsa Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî ya bi tarîxa 6 Îlon 2016 û bi jimara 24005an di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Di 27ê Adarê roja yekşemê di saet 03.00yan da seatek pêşva hatibû hildan û sepana saeta havînê dest pê kiribû û ev sepan her sal seranserê salê wê dewam bike û saeta zivistanê wê êdî neyê sepandin.