03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ANKARA
Roger Federerê 6 nimreyê cîhanê di fînala yekmêriyê da Rafael Nadalê ku di rêza 7emîn a cîhanê da ye, 2-0 têk bir û Tûrnûvaya Tenîsê ya Miamî Mastersê qazanc kir.
Tûrnûvaya korta hişk li Miamiya bajarê Emrîkayê hat lidarxistin. Di fînala yekmêriyê ya tûrnûvayê da Roger Federerê swîsrî û Rafael Nadalê spanî hatin hemberî hev.
Li Kortê piştî saetek û 35 deqîqeyan Federer 2-0 ser ket. Tenîsvanê 35 salî bi vê serkeftina xwe va di 2017an da di 3 tûrnûvayên mezin da jî bû şampiyon.
Federer piştî 11 salan li vê derê bû şampiyon. Di tûrnûvayên Mastersê da 26 caran bû şampiyon, di kariyera xwe da jî 91emîn car şampiyontiya yekmêriyê qazanc kir.