Nihat Kavşut
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ERZURUM
Ekrem Şenê teqawidbûyî yê 7 zarok û 15 neviyên wî hene ji bona beşdarî maratonan bibe havîn û zivistan dixebite.
Şenê li taxa Çirçirê 30 sal mixtarî kir û bi meşê dest bi sporê kir, 2 sal e jî bi Dursun Duzgunê antrenorê xwe ra 2 rojan li salonê û rojekê jî li ser pîstê 10 kîlomêtro dimeşe û ji bona maratonê amadekariyê dike.
Şen dixwaze 18ê sibata 2018an li Trabzonê û 4 adara 2018an jî li Antalyayê di maratonê da bibe yekemîn.
Ekrem Şen daxuyanî da nûçegihanê AAê û destnîşan kir emrê sporê tuneye û wiha got: "Bila tu kes ji ber emrê xwe sporê îhmal neke. Emrê sporê tuneye. Bila her kes sporê bike û baş li xwe mêze bike. Min 30 sal mixtarî kir û niha jî xwe ji bona maratonê amade dikim."
Şen diyar kir 2 sal berê dev ji mixtariyê berdaye û got bi meşê dest bi sporê kiriye.