14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
VAGADUGU
Li Vagaduguya paytextê Burkîna Fasoyê bi çekan ve êriş li xwaringehekê hat kirin, 18 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Remîs Dandjînuyê Berdevkê Hikûmetê û Wezîrê Ragihandinê yê Burkîna Fasoyê daxuyand ku bişev li ser kolana Vameh Kurumahê bi çekan ve êriş li xwaringehekê hatiye kirin.
Dandjînu got di êrişê de 18 kes hatine kuştin, 8 kes jî birîndar bûne.
Wezîr Dandjînu got ev êrişeke terorî ye, lê hejmara êrîşkaran hê nehatiye tespîtkirin.
Dandjînu got 3 êrîşkar ji hêla polêsan ve hatine berterefkirin, lê di xwaringehê de hê jî hin kes asê mane.
Rayedarê Ewlehiyê Guy Ye jî got 3 an jî 4 êrişkarên biçek bi motosîkletê va hatine xwaringehê û hema gule berdane derdorê.
Li gor nûçeya BBCyê ji wan kesên ku hatine kuştin yek jê tirk e.
Tu kesî hê berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.
Wezareta Karên Derva daxuyandibû ku ew bitundî êrişa terorî ya li Burkîna Fasoyê şermezar dike.