14 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞê da gumanbarê ku hat binçavkirin, bi kêrê êrişî polês kir û polês şehîd kir. Piştî bûyerê operasyona terorê hat kirin û 12 gumanbarên biyanî hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Stenbolê li Fatîh Aksarayê bi piştgiriya polêsê herekata taybet va operasyon bir ser hin navnîşanan. Di operasyonê da 12 gumanbarên ku bi eslê xwe ji Îran, Iraq û Sûriyeyê ne û yek di nav da ji 18 salan piçûktir e, hatin binçavkirin.
Gumanbar piştra birin Midûriya Emniyetê ya Stenbolê.
Duh êvarê li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞê da kesekî ku navê wî hê nehatiye eşkerekirin û li gor îdiayê ji bo bombeyê biteqîne amadehî dikir, lê hatibû girtin. Gumanbar biribûn Midûriya emniyetê li ser kolana Vatanê. Polês Sînan Acar dema gumanbar ji wesayitê peya kir ku bibe nezaretxaneyê, gumanbar bi kêrê êrişî Acar kiribû û ew giran birîndar kiribû. Acar li nexweşxaneyê şehîd bûbû û polêsên din jî bi demançeyê gumanbar berteref kiribû.