İbrahim Atmaca
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
CAKARTA
Rêhewaya Lionê diyar kir ku hejmara muretebatên balafira rêwiyan a ku ji Endonezyayê rabû û demekê şûnda ket, wek 8 ragihand.
Rayedarên Rêhewaya Lionê hejmara muretebatê balafira JT 610ê ya tîpa Boeing 737 MAX 8ê ku Wezareta Gîhandinê wek 7 eşkere kiribû, rojane kir û got ku karmendekî din ê kabînê jî seba stajê tê da bû.
Rayedaran ragihand ku bi vî hawî di balafirê da 2 jê pîlot 6 jê ekîba kabînê bi tevahî 8 muretebat û 2 jê dergûş 81 rêwî hebûn.
Enkaza balafirê li perava herêma Karawangê ya Cavaya Rojava hat dîtin. Digel masîgirên herêmê ekîbeke 300 kesî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomîne.
Rayedaran diyar kir ku enkaza balafirê 35 mêtre di binê sewiyeya behrê da ye, li herêmê hin eşyayên rêwiyan hatin dîtin.
Ji aliyekî din va malbatên ku eqrebayên wan di balafirê da bûn, ji rayedarên balafirê der heqê rewşa dawîn da agahiyan distînin.
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Gîhandina Neteweyî Soerjanto Tjahjono diyar kiribû ku, Rêhewaya Lionê balafira JT 610ê ya tîpa Boeing 737 MAX 8ê vê axiriyê kirîbû.
Li Endonezyayê di sala 2014an da balafira rêwiyan a Rêhewaya AirAsiayê dema ku ji bajarê Surabayayê diçû Sîngapurê, li perava Kalîmantana Rojavayê ketibû behrê û tê da 162 kes xeniqîbûn.