Nihat Kavşut
26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
ANKARA Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar a Tirkan li bakurê Sûriyeyê di operasyona Mertalê Feratê da 12 hedefên DEAŞa rêxistina terorê bi operasyona esmanî îmhe kirin.
Di serî da DEAŞa rêxistina terorê operasyona Mertalê Feratê ya ku ji bo berterefkirina talûkeya rêxistinên terorê li bakurê Sûriyeyê di 24ê Tebaxê dest pê kir, di roja 95emîn da dewam dike.
Hat destnîşankirin ku Artêşa Sûriyeya Azad bi alîkariya TSKyê li taxa Anîfahê kontrolê bi dest xistin.
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar a Tirkan li bakurê Sûriyeyê di operasyona Mertalê Feratê da 12 hedefên DEAŞa rêxistina terorê bi operasyona esmanî îmhe kirin.
Di operasyona Mertalê Feratê da li ser sînor wesaîtên keşfê yên bêmirov çavdêriyê dikin.
Di daxuyaniya TSKyê da hat diyarkirin ku do êvarê di pevçûnan da leşkerek şehît ket.