06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
GIRESUN
Waliyê Girêsûnê Hasan Karahan anî ziman ku 5 ji birîndarên ku ji helîkoptêra ketî hatibûn derxistin û li nexweşxaneya Girêsûnê dihatin dermankirin, duh şevê bi embûlansfirê sewqî GATAyê kirin."
Karahan di daxuyaniya xwe da ji nûçegihanê AAyê ra got, her 7 birîndarê qezaya helîkoptêrê li Nexweşxaneya Dewletê ya Giresun Prof. Dr. Îlhan Ozdemir dihatin dermankirin.
- Bûyer
Li Girêsûnê helîkoptêra ku di nava siwarên wê da rayedarê payebilindê leşkerî û malbatên wan hebûn, li çolbeyarên gundê Alucrayê kete xwarê. Di encamê 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Helîkoptêra cûra Sikorsky ku karmendên leşkerî û malbatên wan hilgirtibû û bi mebesta serdanên cejnê çûbûn Qereqola Kozagaça Gumuşxaneyê, di vegerê da seat derdora 17.15ê li çolbeyarê gundê Alucrayê kete xwarê.
- Daxuyaniya Sererkaniyê
Berî ku sedema ketina xwarê bê tesbîtkirin Sererkaniyê şevê din piştî seat 22.00ê ragihand ku 7 ji siwarên helîkoptêrê ji leşker û malbatên wan jiyana xwe ji dest dane û 8 birîndar jî ji nexweşxaneyên dewrûberê ra hatine sewqkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê bûyerê da digel Sererkan Orgeneral Hulusi Akar axivî û zanyarî jê sitendin.
Erdogan xemgîniya xwe ji bûyerê ra derbirî û rehmet li şehîdan anî û hêviya şifayê ji birîndaran ra xwest.
Serokwezîr Yildirim: "Sedema qezayê şert û mercên hewayê bûn"
Serokwezîr Binali Yildirim bi telefonê digel Sererkan Orgeneral Akar û Waliyê Girêsûnê Karahan ra axivî û der barê bûyerê da zanyarî ji wan sitend.
Yildirim di axafitna xwe ya ji bo rojnamevanan ra anî ziman ku sedema qezayê bi tevahî şert û mercên hewayê bûne.
Cîgirê Serowezîr Nûrettin Canikli, der barê ketina helîkoptêrê ya li Girêsûnê ragihand, "Sedema qezayê bi tevahî şert û mercên hewayê bûn, qet tiştekî weke midaxeleya derekî di qezayê da mewzûbehis nîne."
Cîgirê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş, ji bo wan kesên ku di qezayê da jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê belav kir.
Kurtulmuş li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Twitterê wiha nivisî, "Rehma Xwedê li birayên me yên ku li Girêsûnê di qezaya elîma helîkoptêrê da şehîd ketin, bê. Xwedê şifayê bide birîndaran."