06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
GIRESUN
Li Girêsûnê helîkoptêra ku di nava siwarên wê da rayedarê payebilindê leşkerî û malbatên wan hebûn, li çolbeyarên gundê Alucrayê kete xwarê. Di encamê 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Helîkoptêra cûra Sikorsky ku karmendên leşkerî û malbatên wan hilgirtibû û bi mebesta serdanên cejnê çûbûn Qereqola Kozagaça Gumuşxaneyê, di vegerê da seat derdora 17.15ê li çolbeyarê gundê Alucrayê kete xwarê.
- Daxuyaniya Sererkaniyê
Berî ku sedema ketina xwarê bê tesbîtkirin Sererkaniyê şevê din piştî seat 22.00ê ragihand ku 7 ji siwarên helîkoptêrê ji leşker û malbatên wan jiyana xwe ji dest dane û 8 birîndar jî ji nexweşxanyên dewrûberê ra hatine sewqkirin.
Serokomar Erdogan derbarê bûyerê da digel Sererkan Orgeneral Hulusi Akar axivî û zanyarî jê sitendin.
Erdogan xemgîniya xwe ji bûyerê ra derbirî û rehmet li şehîdan anî û hêviya şîfayê ji birîndaran ra xwest.
Serokwezîr Yildirim: "Sedema qezayê şert û mercên hewayê bûn"
Serokwezîr Binali Yildirim bi telefonê digel Sererkan Orgeneral Akar û Waliyê Girêsûnê Karahan ra axivî û derbarê bûyerê da zanyarî ji wan sitend.
Yildirim di axafitna xwe ya ji bo rojnamevanan ra anî ziman ku sedema qezayê bi tevahî şert û mercên hewayê bûne.