24 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
HEWLÊR
62 pêşmergeyên ku di dema têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê de li Iraqê birîndar bûn lê nekarîn ku li herêmê tedawiya wan bikin, sewqî Tirkiyeyê kirin.
Digel malbatên wan Serqonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Dr. Muhsîn Mihemed Reşîdê ji Karên Tenduristiyê Berpirsyar ê ji Wezareta Pêşmergeyan û rayedarên hikûmetê yên din ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) 62 pêşmergeyên birîndar oxir kirin.
Serqonsolos Înam der heqê şandina pêşmergeyan a Tirkiyeyê de li balafirgehê daxuyanî rojnamevanan û got ku "Em 62 pêşmergeyên ku di têkoşîna dijî DAEŞê de birîndar bûn bi hin kesên bi wan re dişînin Tirkiyeyê."
Înam diyar kir ku wek Tirkiye hewl didin ku di her qadê de piştgirî bidin HKIyê. Înam got ku têkoşîna dijî DAEŞê yek ji van e û wiha axivî: "Pêşmerge di têkoşîna dijî DAEŞê de xizmeteke gelekî hêja dide. Em wek Tirkiye hem wek welatê dost û bira hildana berpirsyariya van dermankirina tişta herî biçûk e ku ji tiştên em bikarin bikin."
Înam xwest ku pêşmergeyên ku dê biçin Tirkiyeyê demildest baş bibin.
Dr. Reşîdê ji Karên Tenduristiyê Berpirsyar ê ji Wezareta Pêşmergeyan jî bi bîr xist ku Tirkiye cara ewil nîne ku piştgirî dide pêşmergeyan û qal kir ku di van du salên dawîn de 450 pêşmerge di dîrokên cuda de li Tirkiyeyê hatin dermankirin.
- "Welatê ku herî zêde pêşmerge lê tên dermankirin Tirkiye ye"
Reşîd qal kir ku Tirkiyeyê mesrefên rê yên pêşmergeyan jî di nav de hemû berpirsyarî hilda ser xwe û wiha axivî: "Tirkiye di mijara dermankirina pêşmergeyan de gelekî arîkariya me dike. Em li ser navê gelê xwe spasiya wan dikin. Di van du salên dawîn de welatê ku herî zêde pêşmerge lê tên dermankirin Tirkiye ye."
- "Tirkiye em ji bîr nekirin"
Karwan Hesenê ku di pevçûneke li herêma Keskeya li rojhilatê Mûsilê de birîndar bû û ji ber vê yekê nikare hêsanî rê ve biçe jî got ku ji bo dermankirinê cara duyemîn diçe Tirkiyeyê û Tirkiyeyê ew ji bîr nekirin.
Mihemed Qasimê ku du sal berê niha li Celawlaya bajaroka Diyalayê ji lingê xwe birîndar bû û bi saya gopalê bi rê ve diçe jî da zanîn ku berê niha ji bo dermankirinê ew şandin Yewnanistanê lê belê wir tam baş nebû û li Tirkiyeyê şifayê digere.
Pêşmergeyên birîndar bi Balafirê ji Balafirgeha Navneteweyî ya hewlêrê ber bi Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ve derketin rê.