12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
ATÎNA
Daxwaza îltîcayê ya 4 eskerên ku tevlî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bûn piştra reviyan Yewnanistanê hat red kirin. Komîsyona îltîcayê ya siyasî serlêdana îltîcayê ya ji 8 eskeran jê ya 4 kesan qebûl nekir.
Elenî Petrakiya ji servîsa îltîcayê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku hejmara eskerên ku serlêdana wan hat red kirin derket 7an.
Petrakiyê got ku ji 3 eskerên ku berê serlêdana wan hatibû red kirin jê 2 kes ji bo dosyaya wan ji nû va bê nirxandin serî lê da, herwiha îro ev teleba wan jî hat red kirin.
Ji bo serlêdana eskerekî derbeker jî hê biryar derneketiye.
15ê temûzê piştî hewla derbeyê ya FETO 8 eskerên derbeker bi helîkoptera eskerî ya tîpa Sikorskyê çûbûn Balafirgeha Dedeagaça Yewnanistanê. Li vir rutbeyên evan eskeran hatibûn jêkirin û eskeran ji Yewnansitanê daxwaza penaberiya siyasî kiribû. Dadgeha Dedeagaçê derbarê eskerên derbeker ên ku bi rêyên dereqanûnî hatibûn Yewnansitanê da biryara girtinê da bû. Eskerên ku li Girtîgeha Ferecîkê da bûn bi hinceta ewlehiyê sewqî Kavalayê piştra ji vir jî neqlê kampeke li nêzî Atînayê hatibûn kirin.