21 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
MARDÎN
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredarê Artukluyê Emîn Irmak ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va ji wezîfeyê hatibûn hildan, hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rê va dibe da ekîbên Şaxa Dijî Terorê yên Midûriya Emniyeta Wîlayetê operasyon li dar xist.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredarê Artukluyê Emîn Irmak ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va ji wezîfeyê hatibûn hildan, li malên xwe hatin binçavkirin.
Li emniyetê karên Turk û Irmak dewam dike.