Haydar Şahin
22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
ANKARA
Recep Akdagê Alîkarê Serokwezîr mêvanê Meseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).
Alîkarê Serokwezîr Akdag: "Gelek maqûl e ku hejmara wezaretan daxistin 16an."
Akdag bo kêmkirina hejmara wezaretan got: "Li gor pergalê ez rast dibînim, hejmar çiqasî zêde dibe rêvebirin ewqasî zehmet dibe."
"Li Tirkiyeyê cara ewil terora PKKyê ya 35 salî hat têkbirin. Nikarin serê xwe rakin û li qulekê digerin ku bikevinê."
"Tu siyasetmedarekî bibasîret êrîşî TÎKA, AFAD, Ajansa Anadoluyê û TRTyê nake. Çima? Lewra ev marqeyên me ne."
"Ji bona serfermandariyê tecrubeyeke baş lazim e. Eşkere ye ku ev jî Recep Tayyîp Erdogan e."
"Ajansa Anadoluyê ne tenê li Tirkiyeyê, li çar aliyê dinyayê pêbaweriya xwe nîşan daye."
"Digotin hûn nikarin bikevin Efrînê û derkevin. Çi bû? Li pişt xwe mêze nekirin û reviyan."
"Demirtaş di bûyerên 6-8ê Cotmehê da bû sedem ku milîtanên PKKyê derkevin kuçe û kolanan."
"Ez bawer dikim ku niha rêvebirên CHPyê bi veşartî piştgirî didin ku HDP bendê derbas bike."