01 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li derdora Minbicê di xebatên derxistina YPG/PKKya rêxistina terorî de li navçeyê wezîfeya dewriyeyê ya heftemîn temam kir.
Li ser hesabê Twîtterê yê Sererkaniyê hat daxuyandin Artêşa Tirkiyeyê û hêzên çekdar ên Amerîkayê di navbera xeta Minbîc û qada Operasyona Mertalê Feratê de duh wezîfeya dewriyeyê ya heftemîn temam kirin.
- Nexşerêya Minbicê
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di hevdîtina di 4 Hezîranê da ji bo ewlehî û îstiqrara Minbicê li ser nexşerêyekê li hev kiribûn.
Li gor planê terefên eskerî û îstixbarata Tirkiye û Amerîkayê wê li Minbicê dest bi çavdêriyeke hevbeş bikin.
Li gor lihevkirinê piştî ku endamên YPG/PKKyê derketin ji hêzên herêmî wê rêveberî bê avakirin.
YPG/PKKyê Tebaxa 2016an da bi alîkariya Amerîkayê Minbica navçeya Helebê ji DEAŞa rêxistina terorê hildabû û dagir kiribû.
Ji sedî 90î zêdetir nifûsê Minbicê ji Ereban pêk tê.