16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş wiha axivî: "Êdî yên digotin 'erê' an 'na' gotinên xwe gotin û ew çû. Îro êdî gotin û biryar ya milet e. Ji sandiqê encam çi derbikeve li ser serê me û çavê me ye."
Kurtulmuş û xanima wî Sevgî Kurtulmuş ji bo ku raya xwe biavêjin bi hev ra hatin Lîseya Anadoluyê ya Gelenbeviya Fatîhê. Kurtulmuş li vê derê bêhnekê bi wezîfedaran re axivî û paşê jî li ser sandiqa ku nimereya wê 1238 bû raya xwe avêt.
Kurtulmuş piştî raya xwe avêtî daxuyaniyek da nûçegihanan û wiha axivî:
"Êdî yên digotin 'erê' an 'na' gotinên xwe gotin û ew çû. Îro êdî got û biryar ya milet e. Ji sandiqê encam çi derbikeve li ser serê me û çavê me ye. Ez dibînim ku ji bo rayavêtinê eleqeyeke mezin heye, gelek welatiyên me serê sibê hatine vê derê. Welatiyên me niha rehet rayên xwe diavêjin û wê biavêjin. Înşellah em ê vê roja hilbijartinê bê qeze û bela derbas bikin. Bila hemû kes raya xwe biavêje. Sibê Tirkiye wê bibe Tirkiyeyeke nû."