16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ÎZMIR
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê referandumê da wiha axivî: "Encam çi derkeve li ser serê me û çavên me ye. Biryara ku miletê me dide, biryara herî xweş e."
Serokwezîr Yildirim ji bo ku raya biavêje bi Arîkara Gişkî ya Serokê AK Partiyê Nukhet Hotarê re hat Dibistana Navîn a Adnan Olcaya Golcuklerê.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî Serokwezîr Yildirim da. Yildirim bêhnekê bi wezîfedaran re sohbet kir û paşê jî li ser sandiqa ku nimereya wê 1085 bû raya xwe avêt. Yildirim piştî raya xwe avêt li ser daxwaza axaftinê ji hin welatiyan re wiha got: "Ev der ne balkon e."
Yildirim daxuyaniyek da nûçegihanan û wiha axivî:
"Me raya xwe da. Em ê êdî berê xwe bidine kar û barê xwe. Niha miletê me raya xwe dide. Encam wê êvarê diyar bibe. Encam çi derkeve li ser serê me û çavên me ye. Biryara ku miletê me dide, biryara herî xweş e."