Nihat Kavşut
16 Adar 2018•Rojanekirin: 17 Adar 2018
ANKARA
Di doza ku Aysel Tugluka Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê ya berê ji ber sûcê "rêvebira rêxistina terorê" dihat darizandin da Tuglukê 10 sal cezayê hepsê xwar.
Rûniştina dozê li Mehkemeya Cezayê Giran ya 17emîn ya Enqereyê hat kirin û Tugluka ku di hepsê da û parêzerên wê beşdar bûn.
Tuglukê di parastina xwe da sûcê ku di îdianameyê da cî digire qebûl nekir û got ku rêvebira rêxistina terorê nîne û daxwaz kir ku bê texliyekirin û berdan.
Piştî parastina Tuglukê parêzeran jî bereeta Tuglukê xwest.
Lijneya mehkemeyê ji ber "endamtiya rêxistina terorê" 8 sal cezayê hepsê da Tuglukê û li gor Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê ya bi jimara 3713an cezayê tê xwestin derxist 12 salan. Mehkemeyê bi rêjeya 1/6 cezayê Tuglukê kêm kir û 10 sal cezayê hepsê da.
Di rûniştinê da hin parlementerên HDPyê jî amade bûn.