20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
BRUKSEL
Dadgeha Cezaya Giran a Bruggeyê ya Belçîkayê ji bo Fehriye Erdala ku yek ji wan failê suîqesda Sabanci ye û bi xiyabî tê darizandin, ji ber sûcên wê yên ku li Tirkiyeyê kirine 15 sal cezayê hepsê û 10 sal jî cezayê ji mafên sivîl û siyasî mehrûmkirinê da.
Di doza kuştina Ozdemîr Sabanci ya ku li Dadgeha Cezaya Giran a Bruggeyê de dewam dikir de biryar hat dayîn.
Dadgehê ji bo Fehriye Erdala endama DHKP-Cyê ya ku yek ji wan failê suîqesda Sabanci ye û bi xiyabî tê darizandin, ji ber sûcên wê yên ku li Tirkiyeyê 15 sal cezayê hepsê û 10 sal jî cezayê ji mafên sivîl û siyasî mehrûmkirinê da.
Dadger biryar da ku Erdal derhal bê girtin.
Di sala 2006an de Fehrîye Erdalê dema ku di hepsa malê de bû fîrar kiribû. Bendê ne ku der barê Erdalê de bultena sor bê weşandin.
Beriya ku doz dest pê bike alîgirên DHKP-Cyê li ber dadgehê kom bûn. Piştî ku biryar hat dayîn alîgirên rêxistinê dirûşme berz kirin û bertek nîşan dan.