Fatih Gazioğlu
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku yek ji navendên girîng ên tûrîzma baweriyê ye, ji bo meha Remezanê wê hin bernameyên îbadatê bên amadekirin.
Li Şanliurfaya ku wekî "Bajarê Pêxemberan" tê nasîn, dest bi amadehiyên meha Remezanê kirin. Li gor rîwayetên Hezretî Îbrahîm li Şanliurfayê ji dayîk bûye û Hezretî Eyûb, Elyas û Şûeyîb pêxember jî li vê derê jiyane. Ji ber vê Şanliurfa, di tûrîzma baweriyê da piştî Mekke, Medîne û Qudsê tê.
Li Şanliurfayê herî zêde Gola Masiyan û der û dorê wê balê dikşîne.
Her sal gelek turîstên xumalî û biyanî Gola Masiyan ziyaret dikin. Welatî herî zêde di mehên Recep, Şaban û Remezana de Gola Masiyan ziyaret dikin. Ji bilî Gola Masiyan qebra Eyûb Pêxember ya ku wekî "tîmsalê sebrê" tê zanîn û Mizgefta Ulû, Hesen Paşa û Yusif Paşa jî ji turîst û welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.
Miftîtiya Bajêr xebat û amedehiyên bona meha Remezanê temam kir. Miftî Îhsan Açik daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku jiyana gelek pêxemberan li Şanliurfayê derbas bûne bereket û xatireyên wan îro jî li herêmê didomin.
Açik got ku edet û kevneşopiyên berê hê li Şanliurfayê didomin û ji ber vê yekê jî mehên Remezanê bi tehmeke cuda li Şanliurfayê derbas dibin.