Muhammet Mutaf
06 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2021
ERZURUM (AA) - Serê Çiyayê Palandoken a li Erziromê ku yek ji navendên girîng ên turîzma zivistanê ye di payîzê da bi berfê xemillî.
Li bajêrê di van demên dawîn da car caran baran lê dike û teyrok dibarin bişev jî li deverên bilind berf barî.
Palên Çiyayê Palandokenê yê ku 3 hezar û 200 raqima wî ye û Navenda Kaşûnê ya Palandokenê di mehên payîzê da bi berfê çîl spî bûn.
Mase û qursiyên otêlan ên li derva jî di bin berfê da man.
Piştî barîna berfê dîmenên roviyekî ku li xwarinê digeriya jî ji alî qamerayan va hat qeydkirin.