Önder Beyter
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand, Balyozê Tirkiyeyê li Kotonuyê Turgut Kural duh bi şev krîza dil derbas kir û di encamê da wefat kir.
Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya ser Twitterê da diyar kir ku Balyoz Kural duh bi şev krîza dil derbas kir û di encamê da wefat kir. Çavuşoglu wiha got, "Xemgîniya me zehf e. Xwedê rehma xwe lê ke. Ez ji bo malbta wî serxweşî û sebrê dixwazim."
Balyoz Kural ku zewiciye û du zarokên wî hene, ji Beşa Peywendiyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Ankara mezûn bûbû.
Kuralê ku di 1991ê da li Wezareta Karên Derva dest bi kariyera xwe ya dîplomatîk kiribû, li Balyozxaneyên Tirkiyeyê li Bexda û Omanê wekî debirvanê sêyemîn, li Konsolosxaneya Hong Kongê jî wekî konsolosê alîkar şixulîbû.
Kural herwiha li Balyozxaneyên Tirkiyeyê li Bruksel û Parîsê jî şixulîbû. Kural ji mijdara 2014an vir va peywira Balyozê Tirkiyeyê yê li Kotonuyê bi cih dianî.