Elif Orhan
09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Nûçegihanê Anadolu Agencyê yê Helebê Salih Mahmud Leyla di êrîşa ku bi wesayîtên bombebarkirî hat kirin de wefat kir.
Leyla di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya ku li navçeya Hireytanê ya hawirdora Helebê hat kirin de wefat kir. Çavkaniyên herêmî yên li herêma ku êrîş wir qewimî dan zanîn ku çalakiya bibombe ji aliyê DAEŞa rêxistina terorê ve hat kirin.
Leyla di meha temûzê de dema ku pevçûnên li Cemiyet ez-Zehraya herêma Helebê dişopand ji rûyê xwe birîndar bibû û ji bo dermankirinê Leyla anîbûn Tirkiyeyê.
Leyla seranserê peywira xwe de der barê pevçûnên li bakurê Sûriyeyê gelek wêne û dîmen qeyd kiribûn, der barê pirsgirêkên gelê di bin pevçûnê de rapor pêşkêş kiribûn.
Gelek wêneyên ku Leyla di şerê navxweyî ya Sûriyeyê de kişandibûn ji aliyê şaxên çapemenî û weşanê yên dinyayê yên sereke ve hatin weşandin û wêneyên wî di nav kategoriya dîtbariyên ku herî zêde hatin ecibandin de cî girtibûn. Leyla her wiha par li Anadolu Agencyê nûçegihaniya şer kiribû.
Leyla (27) li navçeya Anadanê ya li bakurê Helebê ye, hat dinê û perwerdeya xwe ya zanîngehê di beşa teknîsyeniya kompîterê de temam kiribû. Leyla ev salek e ku zewicî bû û hat hînbûn ku xanima wî ducanî ye.