09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
MADRÎD
Tîma Barcelonayê di Lîga Şampiyonan ya UEFAyê di pêşbirka duh şev PSGya tîma Fransayê 6 û 1 têkbir û derket fînala çaryekê.
Dîrektorê Barcelonayê yê teknîk Luîs Enrîque der barê serkeftinê de wiha got: "Me bi xêra xwebawerbûnê ev pêşbirk qezenc kir. Gola 6emîn trîbûnê avêt."
Dîrektorê tîmê yê teknîkê Luîs Enrîque piştî pêşbirkê çû nava qadê û ji kêfê reqisî.
Luis Enrîque piştî pêşbirkê civîneke çapemeniyê li dar xist û wiha axivî:
"Piştî pêşbirka ewil ku wê hingê me 4 gol xwaribûn, ez bi vê pêşbirkê gelekî kêfxweş bûm. Ev serkeftin wê tîmên din aciz bike."
Neymar jî got ku ev pêşbirk di kariyera wî de pêşbirka wî ya herî baş bû.