Di çarçoveya pêşbirkên tura ewil a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Arsenal û Monaco hatin hemberî hev.
Monacoya ku mêvanê Arsenalê bû xwediyê malê 3 û 1 têk bir û ji bo pêşbirka duyemîn avantajeke mezin bidestxist.
Gola ewil di deqîqeya 38an Kondogbiadeyê Monacoyî avêt û nîva ewil 1 û 0 bi dawî bû.
Di deqîqeya 53yemîn a nîva duyemîn a pêşbirkê de jî gola ewil dîsa ji Monacoyê hat û Berbatov skorê kir 2 û 0.
Gola Arsenala ku Monacoyê li mala xwe ezimand jî di deqîqeya 90î de ji aliyê Oxlade-Chamberlaîn ve hat avêtin û skor bû 2 û 1.
Gola herî dawîn jî di deqîqeya 90+4an de ji Monacoyê Ferreîra-Carrasco avêt û pêşbirk 3 û 1 bi serkeftina Monacoyê bi dawî bû.
Ev skor ji bo tîma Fransayê di pêşbirka duyemîn de avantajeke mezin e.