Türkan Tosun
07 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Di 36emîn hefteya lîgê de Barcelona û Real Madrid li stadyuma Nou Campê hatin pêşberî hevdu.
Di deqîqeya 10emîn de ji tîma Barcelonayê Luîs Suarez golek avêt û Barcelona 1-0 pêş ket.
Real Madridê jî di deqîqeya 14emîn de golek avêt 1-1 beranberî çêbû û nîva ewil a pêşbirkê qediya.
Di pêşbirkê de Sergî Roberto cezayê karta sor xwar û ji pêşbirkê derket.
Bi derketina Roberto tîma Barcelonayê bi 10 futbolîstan ve dewam kir. Lê di deqîqeya 52emîn de Lîonel Messî golek avêt û tîm 2-1 bipêş ket.
Di deqîqeya 72emîn de vê carê Gareth Baleyê futbolîstê Real Madridê golek avêt û encam bû 2-2.
Pêşbirk bi beranberiya herdu tîman ve qediya.
Bi vê encamê va Barcelonayê pûana xwe derxiste 87an, Real Madridê jî derxiste 72an.