MARDÎN
8. Lîstikên Werzîşa Havînê yên rojhilat û başûrrojhilatê îro bi pêşbirkên fînalê yên ku li navend û navçeyên bajaran hatin kirin, bi dawî bû.
Di pêşbirka Fînalê ya Badmîntonê de tîma Erzîncanê tîma Elazigê 3 û 0 têk bir. Di heman pêşbirkê de Adiyamanê jî Sêrtê bi heman skorê (3-0) têk bir û bû 3.ê turnûvayê.
Pêşbirka fînalê ya fitbolê ya ku di nav kerran de li seheya bixalî hat lîstin, tîma Diyarbekirê, tîma Gazîantepê 3 û 1 têk bir û bû şampiyon.
Pêşbirkên voleybol û hentbolê yên ku li Kiziltepeyê hatin lîstin jî xweş derbas bûn. Di pêşbirka fînala hentbolê de tîma Elazigê tîma Adiyamanê li Eywana Sporê ya Ataturkê 18 û 14 têk bir û bû yekemîn.
Di pêşbirka voleybolê de jî tîma Elazigê tîma Malatyayê 3 û 1 têk bir û di wê qadê de jî bû yekemîn.
Tîmên ku di 8. Lîstikên Werzîşa Havînê yên rojhilat û başûrrojhilatê de serkeftinê bi dest xistin, bi merasimê qûpayên xwe wergirtin.
Li Mardînê, di 3yê tîrmehê de 8. Lîstikên Werzîşa Havînê yên rojhilat û başûrrojhilatê dest pê kiribû. Ji 22 bajaran 2 hezar sporvan û rahêner beşdarî vê organîzasyonê bûn.