İbrahim Atmaca
31 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Konvoya eskerî ya ku seba yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê wek teqwiye tê şandin, gihîşt Şanliûrfayê.
Konvoya ji tirên ku obus, tank, wesayîtên personelan ên bizirx û muhîmat lê barkirî pêk tê û ji çendîn yekîneyên hatin şandin, li Xelîliyeya navçeya navend ket Fermandariya Tûgaya Bizirx a 20em.
Beşeke konvoyê jî ji Wêranşehira navçeya Şanliurfayê derbas bû û ber bi guzergaha Mêrdîn û Şirnexê va diçe.
Hat gotin ku wesayît seba yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê wek teqwiye tê şandin.