Elif Orhan
29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
ANKARA
Li Karkamişa navçeya Gazîentabê terorîstên mensûbên DAEŞê bi topên hewanê êrîşî herêma ku obusên bahozê lê bûn, kir. Piştî êrîşê hêmanên Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê (TSK) muqabeleyî êrîşê kirin û 11 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Karkamişa navçeya Gazîentabê terorîstên mensûbên DAEŞê bi topên hewanê êrîşî herêma ku obusên bahozê lê bûn, kir. Di êrîşê de obusekî hinek xisar dît, obusan kozika xwe guherandin û muqabeleyî êrîşê kirin.
Piştî êrîşê di encama gulebarana obusê de 7 terorîstên mensûbên rêxistinê yên li kozika ku jê topên hewanê hatin avêtin û 4 terorîstên di nav wesayîtê de hatin kuştin.
Dan zanîn ku gule barandin ser kozikên DAEŞê yên li herêmê.