Nihat Kavşut
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ANKARA
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Bulent Tezcan: "Di rojeva navenda me ya giştî û Birêz Serokê Giştî da banga ji bona kongreya derasayî tuneye."
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPyê di serokatiya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da civiya.
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Bulent Tezcan der barê civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPyê da daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Tezcan ji bona banga der barê civandina kongreya derasayî da wiha got: "Di rojeva navenda me ya giştî û Birêz Serokê Giştî da banga ji bona kongreya derasayî tuneye."
Berdevkê CHPyê Tezcan balê kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha peyivî: "Wekî CHP fikra me ew e ku hilbijartinên herêmî di dema xwe da bên kirin. Helwesta me ya di vê mijarê da eşkere ye."