Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
ERZİNCAN
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî got, "Ji vir 25 sal berê êş û jan kete vî erdî. Li Sêwazê, Başbaxlarê kezeb dax bûn. Dema rêça wan êşan teqîb dikin tê dîtin ku derdikevin heman deriyî. Kesên ku wê rojê ev bûyer tertîb kirin, kesên bêguneh kuştin di 15ê Tîrmehê da jî xwediyê heman armancê bûn."
Di 5ê Tîrmeha 1993yan da terorîstan avêtibûn ser Başbaxlara gundê Kemaliyeya navçeya Erzincanê û 33 kes kuştibûn. Ji bo salvegera 25an a qetlîamê li gund merasim hat lidarxistin.
Merasim li pêşiya Mala Çandê ya li meydana gund hat lidarxistin, ji zarokan bigrin hetanî kal û pîran gelek kes bi alaya Tirkiyeyê beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê da rêz hat girtin, Sirûda Neteweyî hat xwendin û paşê Qur'ana Pîroz hat xwendin û ji bo şehîdan dia hatin kirin.
Ji zarokên gund Yusuf Aydin û Azra Meryem Aydinê ji bo bîranîna Başbaxlarê helbest xwendin, di merasimê da peyamên serxweşiyê yên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û siyasiyan şandibûn hatin xwendin.
Paşê Alî Akarpinarê Mixtarê gund ji kesên beşdarî merasimê bûn ra qala qelîama ku bi destê PKKya rêxistina terorê 25 sal berê hatibû kirin, kir.
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî di merasimê da axivî û got rehma Xwedê li kesên hatin kuştin be.
Ravza Kavaçiya Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê jî ji gelê Başbaxlarê ra got ku selama Serokomar Erdogan ji wan ra aniye.
Alî Arslantaşê Waliyê Erzincanê jî der barê operasyonên li dijî terorê yên li Erzincanê da agahî da.