30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Berdevkê HDPyê û Parlementerê Şanliurfayê Osman Baydemîr got, "Heya ku em aştiyeke birûmet dîyariyî zarokên vî gelî bikin, emê têkoşîna xwe ya bi rêbaza siyaseta demokratîk û legal bidomînin."
Baydemîr li Parka Ekînê ya li navçeya navendê Kayapinarê ligel parlementerên HDPyî daxuyanî da û îdia kir ku bi biryarnameyên di hukmê qanûnê da dest datînin ser nanê însanan.
Baydemîr herwiha îdia kir ku fatorayên pevçûnan ji HDPyê ra tên birîn û wiha got, "Emê îtiraza xwe ya li hemberî vê yekê bidomînin. Ev nobed di heman demê da li dijî rejima zextê, îtirazek e."
Baydemîr got ku ji rûniştvanên 6 taxên Çiyayê Maziya navçeya Mêrdînê ra teblîxat hatine şandin ku taxê vala bikin û wiha dewam kir:
"Sedem jî kargeriya madenê ye. Ji bo ku fabrîqeya madenê bişixulînin û pêşkêşî hinekan bikin, wê 300 mal bên valakirin. Bi tevahî bêtirî hezar kesî wê bê mal û avahî bimînin. Nobeda wijdan û edaletê di heman demê da li hembrî van pêşkêşkirinan, bangeke bona mirovahiyê ye."
Ji bo pirsa rojnamegerekî ya "gelo çalakî wê bidawî bibe an na", Baydemîr wiha axivî, "Çalakiyên me wê bidawî neyên. Ala wê li Stenbolê bê dewrkirin û dû ra li Wan û Îzmirê wê bê bilindkirin. Li vî welatî heya ku her kes azad û wekhev be, ev têkoşîn wê bidome. Heya ku em aştiyeke birûmet dîyariyî zarokên vî gelî bikin, emê têkoşîna xwe ya bi rêbaza siyaseta demokratîk û legal bidomînin."
Axaftin kuta bûn, lê çalakiya parlementeran dewam dike.