30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li Bodruma navçeya Muglayê bi lerza 4an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) hat dayîn, erdhej di saet 13.56an da bi lerza 4an hat qeydkirin û navenda wê Bodrum e.
Erdhej der û dora Bodrumê hat hîskirin û li gor tespîtê 5,61 kîlomêtre di bin erdê de çêbûye.
Îro serê sibê di saet 10.15an da jî dîsa li Bodrumê bi lerza 4,3yan erdhejeke din jî çêbibû.