14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ERZURUM
Berf li çar aliyê Tirkiyeyê tesîra xwe nîşan dide û biryar hat dayîn ku bila îro li 20 bajarî dibistan bên tetîlkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir ji ber berfa ku tesîra wê zêde bû û li hin bajaran jî wek pûk tesîra xwe nîşan da.
Ji ber berfê dibistanên li gund û navendên Tunceliyê, navçeyên wê yên Ovacik, Pulumur, Nazimiye, Mazgîrt, Hozat û gundên ser van navçeyan hatin tetîlkirin. Li Qersê jî hemû dibistan, li navenda Sêwas û navçeyên wê yên wek Sûşehrî, Golova, Akincilar, Koyûlhîsar, Yildizelî, Îmranli, Ulaş û Hafîkê dibistan hatin tetîlkirin. Li seranserê Duzce û navenda bajarê Elazixê, gom û gundên ser navendê û Karakoçana navçeya wê jî navber dan perwerdehiyê.
Li navenda Bidlîsê û gundên wê, li Sakaryayê jî dibistanên ku zarok bi servîsê (ne taybet) diçin û tên, li navenda Mûş, gom û gundên ser navendê, li navenda Bîngol gom û gundên ser wê û Kalioavaya navçeya wê jî ji ber berfê navber dan perwerdehiyê û dibistan hatin tetîlkirin.
Li Gumuşhaneyê û navçeyên wê Kelkît, Kose û Şîranê ji ber befê dibistinên fermî û taybet rojek hatin tetîlkirin.
Li Bayburt, Hadim û Derbenta navçeyên Konyayê hemû dibistan, li Halkapınar, Guneysinir û navçeya Bozkirê jî dibistanên ku bi wesayîtan perwerdeyê didin hatin tetîlkirin.
Li Karamanê ji ber berf û bagerê li gund û bajarokan dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Dîsa li Orduyê, li Kastamonuyê û li Karabukê jî gelek navçeyan dibistan rojekê hatin tetîlkirin.