14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ANKARA
Bernameya Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) a der barê referanduma guherîna Qanûna Bîngehîn a ku wê di 16ê nîsanê de çêbibe, di hejmara mukerer a Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor vê bernameyê pêvajoya referandumê wê di 16 sibata 2017an roja pêncşemê dest pê bike.
Qeydên hilbijêrên li nav welêt û dervayî welêt wê 10ê adara 2017an roja înê eşkere bike.
Welatiyên ku li dervayî welêt dijîn wê di navbera 27ê adarê û 9 nîsanê rayên xwe bidin.
Hin rojên girîng ên bernameya refenadumê wiha ye:
18ê sibatê: Lîsteyên hilbijêran wê di saet 08.00an de li muxtariyan bê dardekirin. Qeyda hilbijêrên ku li dervayê welêt dijîn wê li ser navnîşana "www.ysk.gov.tr" bê eşkerekirin. Îtiraz jî wê dest pê bikin.
26ê sibatê: Lîsteyên hilbijêran ên ku li i muxtariyan hatine dardekirin wê bên rakirin û îtîraz wê bi dawî bibin.
10ê adarê: Lîsteya qeydên hilbijêrên li nav welêt û dervayî welêt wê bên diyarkirin. Sandiqên ku hilbijêrên di hundirê welêt de ray bidin wê bên diyarkirin. Ji bo hilbijêrên dervayî welêt nûnertiyên ku wê ray bidin, dema raydayînê û agahî wê li ser navnîşana "www.ysk.gov.tr" bê eşkerekirin.
11ê adarê: Pusulayên reyê werin çapkirin û belakirin. Ji bo ku li ber deriyê gumrikan rey werin avêtin, wesaît û alavên ku wê hewce bikin, dê ji lijneyên hilbijartinan ra werin şandin.
27ê adarê: Li ber deriyê gumrikan û nûnertiyên derveyî welêt dengdayînê dest pê bike.
30ê adarê: Partiyên siyasî yên Meclisê ji bo ku di radyo û têlevîzyonê da propagandayê bikin, divê heta vê rojê serlêdanên xwe bikin. Heke Serokomar jî bixwaze biaxive, dema weşanê û dorê were tesbîtkirin.
31ê adarê: Partiyên siyasî yên ku ji bo axaftina radyo û têlevîzyonê serlêdan kirin, ji bo kifşkirina dora wan û dema wan YSKyê peşk bavêje.
9ê nîsanê: Li nûnertiyên derveyî welêt roja dawîn a dengdayînê ye. Serbestiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê wê dest pê bikin. Di radyo û têlevîzyonê da axaftinên propagandayê dest pê bikin.
12ê nîsanê: Serokatiyên lijneya hilbijartinê ya navçeyan, wê torbeyên alavan teslîmî serokên lijneya sandoqê bikin.
15ê nîsanê: Propagandaya hilbijartinê wê di saet 18.00î da kuta bibe.
16ê nîsanê: Roja dengdayînê.