Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser malpera xwe ya înternetê salnameya hilbijartina giştî ya parlementeriyê ya heyama 26emîn ya ku wê di 1ê sermawezê de çêbibe weşand.
Li gor salnameyê destpêka hilbijartinê 31ê tebaxê ye.
Partiyên siyasî wê di 18ê îlonê de lîsteyên xwe bidin YSKyê. Lîsteya namzedê teqez hatine eşkerekirin jî wê di 28ê îlonê de bê eşkerekirin.
Li gor salnameya hilbijartinê hin rojên girîng wiha ne;
2yê Îlonê: Lîsteyên herêma mixtaran wê di saet 08.00an de bên daliqandin.
10ê Îlonê: Lîsteyên herêma mixtaran, lîsteya girtîyan û girtiyên ku sûcên biteqsîr kirine wê ji cihê ku hatine daliqandin bên hildan û ji bo îtirazan jî serlêdanên di vê rojê de dawî bibe.
13ê Îlonê: Ji bo ku li ser pusulaya rayan kîjan partiya siyasî di kîjan rêzê de cih bigre pişkê bê avêtin.
18ê Îlonê: Navendên partiyên siyasî wê lîsteya namzedên xwe teslîmî YSKyê bikin.
20ê Îlonê: Kutukên hilbijêran ên li welêt û li derveyî welêt wê bên eşkerekirin.
22ê Îlonê: Heke kêmasiya evraqên namzedên xweser û namzedên ku di lîsteya namzedên partiyên siyasî de cih digrin hebe, ew ewraqên kêm wê bên temamkirin.
28ê Îlonê: Lîsteya namzedên partiyên siyasî yên teqez û navê namzedên xweser wê di radyo, televîzyon, Rojnameya Fermî û li bajaran bên eşkerekirin.
8ê Cotmehê: Li nunertiyên derveyî welêt û li ber deriyên gumrukê wê rayavêtinê dest pê bike.
13ê Cotmehê: Ji bo ku partiyên siyasî di radyo û televîzyonan de bikaribin propagandayan bikin û biaxivin dem û rêza wan eşkere bibe pişkê bê avêtin.
22yê Cotmehê: Qedexeya serbestiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê wê dest pê bikin.
25ê Cotmehê: Li Nunertiyên derveyî welêt ray avêtinê bi dawî bibe. Axaftinên propagandayê yên di radyo û televîzyonan de wê dest pê bike.
31ê Cotmehê: Propagandaya hilbijartinê wê di saet 18.00an de dawî bibe.
1ê Sermawezê: Roja hilbijartinê.