Türkan Tosun
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
AGRI
Bernameya bi navê "Tu Bi Xêr Hatî Dergûş" ya ku ji hêla Şaredariya Bazîda navçeya Agiriyê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va qeyyûm lê hat wezîfedarkirin tê meşandin, dibe sedema kêfxweşiyê.
Tîmên Mîdûriya Xizmetên Civakî û Çandî ya Şaredariyê di nav hefteyê da sê rojan diçin Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan a Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz.
Xebatkarên şaredariyê li nexweşxaneyê bi jinên nû welidîne ra diaxivin, pakêtên ku tê da alavên ji bo dergûşan hene didin dayikên nû welidîne.
Cigirserokê Şaredar û Qaymeqamê Bazîdê Zafer Engîn got ji bilî xebatên şaredariyê ew xizmetên bi vî awayî jî dikin û wiha axivî: "Ev bernameya bi navê "Tu Bi Xêr Hatî Dergûş" ya ku di heyama Cigirserokê Şaredar Ulaş Akhan da dest pê kiribû dewam dike. Heta niha hezar pakêtên tê da alavên dergûşan hebûn hatin belavkirin."
Pervîn Şena nû welidiye der barê vê xizmetê da fikrên xwe got û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Şenê spasiya qaymeqam kir û wiha axivî: "Ev xizmeta ji bo dergûşan û dayikan tê kirin, pir baş e. Ji ber ku ji hêla maddî û menewî va alîkariyê didin me ez spasiya qaymeqamê berê û yê nû dikim. Ez dixebitim. Bi taybetî ji bo dayikên dixebitin dikarin bernameyên cuda çêbikin."
Hanim Egeya nû bûye dayik jî spasiya herdu qaymeqaman kir.
Ege got di vê bernameyê da pakêt ji hezar dayikan hatiye belavkirin û ew jî bûye dayika hezaremîn, ji ber vê jî ew kêfxweş e.